Xalid Şiwanî: Wezîrên Îraq astengan bo helweşandina biryareka Besê durist dikin

Şand a hikumeta Herêma Kurdistanê bi mebesta cîbicîkirina biryara helweşandina biryarên dema hukimdarîya Beisê derbarê zevîyên çandinê yên Herêma Kurdistanê li gel wezîrê Dad a Îraqê li Bexdayê civîya.

K24- Hewlêr

 Piştî civînê jî: Xalid Şiwanî, wezîrê Herêma di daxuyanîyeka rojnamevanî de ragehand: Biryarên dema Hukimdarîya Beisê derbarê zevîyên çandinê yên Herêma Kurdistanê li sal a 2012yê ve ji alîyê Civata Wezîran ve hatîye helweşandin û ji wê demê ve wezîrên Dadê gelek asteng ji wê biryarê durist kirîne.

Ragehand jî: Evro wezîrê Dad a Îraqê çend biryarên giring derbarê cîbicîkirina wê biryarê desrxit daku çareserîya arîşeyên zevîyên çandinê li deverên Kurdistanî bihît kirin.