Tirkiye : Her hêrişek li ser xalên çavderiyên me li Idlibê were kirin, bersivek bilez dê bidin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Çi êriş liser xalên wan ên çavderiyê li Idlibê were kirin, ew dê bersivek bilez bidin.
K24- Hewlêr
Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Çi êriş liser xalên wan ên çavderiyê li Idlibê were kirin, ew dê bersivek bilez bidin.
Wezareta Berevanî ya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand: Êriş û topbaran a rejima Sûriyê liser sivîlên Idlibê berdewam dike.
Wezareta Berevanî ya Tirkiyê dide zanîn: Ligel Rusya di 12ê Çileyê de, agirbest li Idlibê ragihandin e, lê tevî agirbest û peymana Soçî jî, êriş û topbaran berdewam dikin.
Bi vî şewazî, bi sed hezaran welatiyên Surî yên Devera Idlibê, neçarî koçberiyê kirin e.
Di daxûyaniyê de tê diyar kirin: Çi êrişek zemînî be ango hewayî, liser xalên wan ên çavderiyê li Idlibê were kirin, ew dê bersivek bilez bidin.