Stratejîya Tirkîyê têk çû!
Her ku diçe rejîma Esed êrîşên xwe yên li ser Îdlibê zêdetir dike û hindik maye ku rîya stratejîk ya M-5ê kontrol bike. Di encama bomberanan da bi hezaran xelkê sivîl berê xwe didin sînorê Tirkîyê.
K24- Enqere
Her ku diçe rejîma Esed êrîşên xwe yên li ser Îdlibê zêdetir dike û hindik maye ku rîya stratejîk ya M-5ê kontrol bike. Di encama bomberanan da bi hezaran xelkê sivîl berê xwe didin sînorê Tirkîyê. Pispor dibêjin Tirkîye dixwaze ji ser Rûsyayê van êrîşan bide rawestandin, lê belê hêza leşkerî ya Tirkîyê lawaz e û bikêr hatî nîne ku rê li ber van êrîşan bigre. Her wiha pispor didin zanîn ku li Îdlibê stratejîya Tirkîyeyê ya jihevcihêkirina mixalîfan bi serkeftî nebûye û niha rejim qonax bi qonax Îdlibê kontrol dike ku ev yek wê li ser maseyê destê Tirkîyeyê lawaz bike.
Piştî çend agirbestên neserkeftî ji serê meha Çileyê û vir ve rejîma Sûrîyeyê bi piştevanîya asîmanî ya Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser Îdlibê zêdetir dike û hewl dide ku rîya M-5ê ya stratejîk ya Heleb û Şamê bixe bin kontrola xwe. Tirkîyeya ku Şamê û rasterast nebe jî Moskowê bi binpêkirina Rêkeftina Soçî û Proseya Astanayê tometbar dike, bi Rûsyayê ra di nav danûstandinên dîplomatîk da ye ku ew zor û zextê bide ser rejîmê da ku ew êrîşên xwe rawestîne. Lê belê li beramberî vê daxwaza Enqereyê, Moskow jî ji Enqereyê daxwaz dike ku ew pabendî bi rêkeftina Soçîyê bike û li Îdlibê çekdarên tundrew û netundrew jihev cihê bike.
Lê belê pisporên Tirkîyeyê didin zanîn ku di nava proseyê da stratejîya Tirkîyeyê ya jihevcihêkirina mixalîfan bi serkeftî nebûye û niha rejim qonax bi qonax Îdlibê kontrol dike ku ev yek berevajî berjewendîyên Tirkîyeyê da ye.
Oytun Orhan -Pisporê ORSAMê- dibêje:"Îdlib ji hêla penaber, xalên leşkerî û stratejîk ve ji bo Tirkîyeyê gelekî girîng û krîtîk e. Ger Îdliba keleha dawî ya di destê mixalîfan da bikeve destê rejîmê wê li ser maseya sîyasî destê Tirkîyeyê lawaz bibe. Jixwe xalên çavderîyê yên Tirk pêximker nîne. Ji loma jî Tirkîye hewl dide vê kêşeyê bi Rûsyayê ra çareser bike. Bawer im Tirkîye wê heta sînorê M-4 û M-5an tolere bike."
Li alîyê din di mijara penaberên Îdlibê da hêvîya Tirkîyê Yekîtîya Ewropayê ye. Di vê çarçoveyê da jî Almanya soza piştgirîyê dide Tirkîyeyê. Pisporên koçê radigihînin ku Tirkîye êdî nikare pêleke nû ya penaberan hilgire û didin zanîn ku Ewropa niha li ser
vê mijarê hesas e lewra metirsîya Ewropayê ev e ku wek krîza salên 2015 û 2016an krîzekê nû ya penaberan ra werin rûbirûyê hev.
Metin Çorabatir -Serokê Komeleya ÎGAMê- got:-"Rewşa Îdlibê her ku diçe xirabtir dibe. Tirsa herî mezin ya Almanya û Ewropayê ev e ku pêlekê nû ya penaberan bo Tirkîyeyê were. Lewra ev koç wê ji ser Tirkîyê herî zêde bandora xwe bide ser Ewropayê. Merkel bo penaberan hate Tirkîyê û soza alîkarîyê da. Her wiha Amerîka jî dixwaze alîkarîya mirovî bide Îdlibê."
Li alîyê din ji Mijdara 2019an û vir ve di nava 3 mehan da ji 500 hezarî zêdetir xelkê sivîl ji cih û warên xwe bûn û berê xwe dan sînorê Tirkîyeyê. Beşekî ji wan li kampên nêzî Tirkîye, li herêmên Mertala Feradê û beşekî ji wan jî li Efrîna bajarê Rojavayê Kurdistanê ku di destê mixalefeta çekdar ya ku hêzên çekdar yên Tirkîye piştgirîyê dide wan hatine bicihkirin.