Serfermanderên Rûsya û Tirkiye liser Idlibê axifîn
Serfermanderên leşkerî yên Rusya û Tirkiye di pêwendiyek telefonî de, babeta Idlibê gotûbêj kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermanderên leşkerî yên Rusya û Tirkiye di pêwendiyek telefonî de, babeta Idlibê gotûbêj kirin.
Serfermandarê artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Serfermandarê artêşa Rusyayê Valery Gerasimov pêwendiyek telefonî encam dan. Hate ragihandin, ku mijara sereke ya pêwendiyê rewşa Idlibê bû ye.
Serfermanderê Artêşa Tirkiyê Guler di hevdîtinê de topbarana Rejima Suriyê û Rusya aniye rojevê.
Herwiha ji Serfermanderê Rusyayê xwestiye, ku êrişên Rûsya û rejima Sûriye li ser Idlibê rawestin.
Serfermanderê Artêşa Rusya Valery Gerasimov jî daye zanîn, ku pêwist e Terorist ji Idlibê derkevin, ku dibin sedema bêaramiyê. Herwiha daxwaz ji Yaşar Guler kirîye, ku çekan nedin rexistinên terorist.
C.B