Hejmara kesên jiber Vayrosê Korona jiyana xwe jidest dayî gihişt 170an

Vayrosê Korona gihişte Filîpîn û Hindistanê. Rûsyayê jî sînorên xwe digel Çînê daxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Vayrosê Korona gihişte Filîpîn û Hindistanê. Rûsyayê jî sînorên xwe digel Çînê daxistin.

Îro 37 kesên din li Çînê bi sedema Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan. Bi vê yekê,  hejmara kesên bi sedema wî vayrosî canê xwe ji dest dan e, gihişte 170 kesan. Biryar e îro, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî derbarê metirsiya wî vayrosî, civînek daxistî li Cenêvê lidar bixe.

Hevdem, Serokê Amerîkayê Donald Trump pêkanîna yekîneyek taybet, bo rûbirûbûn a Vayrosê Korona ragihand.

 

 

 

C.B