Kompaniyayeka firkevanîyê yekem car e geştên xwe bo Kurdistanê destpê dike

Hêla esmanî ya Gulf Air ya Behrêynî geştên xwe yên esmanî bo Hewlêrê destpê dike.

K24- Hewlêr

Hêla esmanî ya Gulf Air ya Behrêynî geştên xwe yên esmanî bo Hewlêrê destpê dike.

Hêla esmanî ya Gulf Air ya Behrêynî eşkera kiriye, ku roja Yekşembiyê 2yê Sibatê, yekem geşt a esmanî ji Mename - paytexta Behrêynê bo Hewlêrê destpê dike. Herweha wê hêla esmanî eşkera kiriye, ku geştên wan yên esmanî bo Bexda û Necef jî, 1ê Sibatê destpê dikin. Piştî ku bi sedema alozbûna rewşa wan navçeyan, bo demekê geştên xwe rawestandibû.