Erdogan: Kes nekare me naçar bike di navbera cudaxwazan û rijêma Sûriyê de, yek ji wan helbijêrîn
Serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan hoşdarî derbarê rewşa Îdlbê da û ragehand, Enqere destwestayî namîne.
K24- Hewlêr
Serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan hoşdarî derbarê rewşa Îdlbê da û ragehand, Enqere destwestayî namîne.
Serokê Tirkiyê gefa wê yekê kir, welatê wî her çi pêwsît be dê bike, eger bikaranîna hêz a serbazî jî be.
Evero, Erdogan gotarek arasteya berpirsên partîya xwe kir û got: Em destwestayî namînîn û rê nadîn di sinûrên me de, xelkê sivîl bibin qurbanî û bihên topabaran kirin.
Herweha got: Her pêşveçûneka rewşa Sûriyê, bo me cihê giringîyê ye. Rêkeftina Edeneyê maf daye me berevanîyê li sinûrê xwe li deverên bakûra Sûriyê bikîn.
Wek amajeyek jî bo Rûsiya, Erdogan got: Ti kesekê mafê wê yekê nîne, me naçar bike di navbera çekuça terorîya cudaxwazan û sindana razîbûnê bi sîstema rijêma Sûriyê de, yekê ji wan helbijêrîn.