20 xwendekarên li dijî dagîrkirina Efrînê derketibûn hatin girtin
Li Tirkiyê 20 xwendekarên zanîngehê, bi hinceta ku dijî dagîrkirina Efrînê derketine, bi 10 mehan sizaya zîndanîkirinê hatin sizadan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 20 xwendekarên zanîngehê, bi hinceta ku dijî dagîrkirina Efrînê derketine, bi 10 mehan sizaya zîndanîkirinê hatin sizadan.
Komeke xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, di Adara 2018'ê de li dijî operasyon Artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê derketin û ew operasyon wek dagîrkerî û komkujî binav kiribûn.
Dadgeha Sizaya Giran ya Stenbolê, bi tometa bangeşeya PKKê, derbarî 30 xwendekaran de doz vekir. Di rûniştina dawî ya dozê de, 20 xwendekar bi 10 mehan sizaya zîndanîkirinê hatin sizadan.
Herwiha Dadgehê jî, ji bo 7 xwendekaran jî sizaya zîndanîkirinê veguherand sizaya pareyê. Di dozê de 3 xwendekar jî bêtawan hatin dîtin.
S. B