Çîn daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewrûpa dike
Serokwezîrê Çînê Li Keqiang liser tekoşîna dijî vayrosa Korona (2019-nCoV) û daxwaz ji welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa kir...

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Çînê Li Keqiang liser tekoşîna dijî vayrosa Korona (2019-nCoV) û daxwaz ji welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa kir, ku di peydakirin û hinartina dermanan de bo Çîne, alîkar bin.
Ligor daxûyaniya nivîskî ya Konseya Dewletê ya Çînê Serokwezîr Li Keqiang bi Seroka Komisyona Yekîtiya Ewrûpa Ursula von der Leyen re pêwendiyek telefonî encamp da û daxwaza alîkariyê di têkoşîna dijî vayrosa Korona de kir.
Seroka Komisyona Yekîtiya Ewrûpa von der Leyen destnîşankir, ku giringiyê didin têkoşîna Çînû dijî vayrosa Korona û amade ne wekî Yekîtiya Ewrûpa hesankariyên pêwîst bo dabînkirina dermanan ji Çîne re peyda bikin.
C.B