Tirkiyê red dike herêmên erdhejê, wek herêmên wêranbûyî binase

Hikûmeta Tirkiyê herêmên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê, wek deverên wêranbûyî ranagihîne. Alîkariyên HDPê bo qurbaniyan jî ji aliyê polîsan ve tên destserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê herêmên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê, wek deverên wêranbûyî ranagihîne. Alîkariyên HDPê bo qurbaniyan jî ji aliyê polîsan ve tên destserkirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu pêşnîyazên HDPê û CHP yên dibêjin "Divê bajarên Meletî, Xarpêt û Erzingan wek deverên karesat bi ser de hatiye bêne ragihandin" nepejirand.

Soylu da zanîn, di nav destûra wan de xalek bi navê “karesat” nîne û çi ji bo zerermendên deverê yên erdhejê pêwist be, ew dikin.

Wezîrê Navxweyî da zanîn, heta niha ji aliyê xelkê Tirkiyê 87 milyar Lîre û ji aliyê Heyva Sor jî 30 milyon Lîre ji bo erdheja Xarpêt û Meletiyê hatine şandine.

Şeva 24ê Çileya bûr li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erd hejiya, navenda erdhejê li bajarê Xarpêtê bû. Erdheja yekem bi tundiya 6.8 pile li pîvera Rîchterê bû û erdheja deyem jî bi tundiya 5.4 pile bû, di encamê de 31 kesan canê xwe jidest dan û hezar û 556 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Li bajarê Xarpêt ya Bakurê Kurdistanê , polîsan alîkariyên HDPê yên ji bo qurbaniyên erdhejê, desteser kirin.

Di vê derbarê de Hevserokê HDPê yê bajarê Xarpêtê Baki Yildirim diyar kir: Ji bilî alîkariyên HDPê, alîkariyên hemû partî û rêxistinên siyasî tên pejirandin.

Diyar kir jî, bi heceta ku alîkariyê HDPê "li ser rêxistina AFADê ne hatine tomar kirin" ew alîkarî tên desteserkirin û nagihin qurbaniyên erdhejê.

 

S. B