Tirkiye bersiva êrîşa artêşa Sûriyê dide
Serokomarê Tirkiyê ragihand, ew bersiva êrîşa Sûriyê didin û heger pêwîst bike, ew ê firokeyên F-16 jî bikar bînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê ragihand, ew bersiva êrîşa Sûriyê didin û 25 serbazên Sûriyê kuştin û heger pêwîst bike, ew ê firokeyên F-16 jî bikar bînin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip li Firokxaneya Enqerê berî çûna ber bi Ukrayne ve ragihand, wan bi 122 mûşekan û 100 topên Hawinê li ser 46 armancan, bersiva êrîşa artêşa Sûriyê li ser hêzên wan li Idlibê dane.
Erdogan ragihand, operasyonên wan li Idlibê berdewam dibin û bersiva êrîşa artêşa Sûriyê didin û ew nikarin li hember kuştina serbazên wan bêdeng bin.
Aşkere kir jî: “Di bersiva êrîşa îro de, me 35 serbazên Sûriyê kuştin. Heger pêwîst bike, em ê bi firokeyên F-16 jî êrîş bikin.”
Erdogan li ser helwesta Rûsyayê jî got: Nabe Rûsya astengiyan ji êrîşên me ên li ser Sûriyê re çê bike.
Îro artêşa Sûriyê li Idlibê êrîşî ser hêzên Tirkiyê kir û di encamê de 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn.
S. B