Hejmara serbazên Tirkiyê yên li Idlibê hatine kuştin zêde bû

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, hejmara serbazên wan ên li Idlibê rastî êrîşê hatine û canê xwe jidest dane, bû 6 serbaz.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, hejmara serbazên wan ên li Idlibê rastî êrîşê hatine û canê xwe jidest dane, bû 6 serbaz.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê danê sibê ragihandibû, 4 serbazê wê di êrîşeke artêşa Sûriyê de li ser Seraqiba Idlibê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn, birîna yekî jî pir giran e.

Lê Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara serbazên wan ên canê xwe jidest dane bû 6.

Di wê derbarê de Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip ragihand, wan bi 122 mûşekan û 100 topên Hawinê bersiva êrîşa artêşa Sûriyê li ser hêzên wan li Idlibê dane.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê îro di daxuyaniyekê de tekez kir, şeva bûrî yekîneyên hêzên Tirkî bê agahdariya aliyê Rûsî li hundir “herêma kêmkirina aloziyan” li rojavayê Seraqibê geriyabûn û dema artêşa Sûriyê êrîşî teroristan dikin, ew jî ketin ber êrîşekê.

Diyar kir jî, di encamê de hejmarek ji serbazên Tirk birîndar bûn û hêzên Rûsî bi hêzên Tirkî re di pêwendiya berdewam de ne, ji bo veguhastina serbazên birîndar.

 

S. B