Tirkiyê hêzeke zêde dişîne Idlibê

Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir derbasî Sûriyê dike, duhî jî 3 karwanên din ên serbazî derbasî Idlibê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir derbasî Sûriyê dike, duhî jî 3 karwanên din ên serbazî derbasî Idlibê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê 3 karwanên serbazî yên nû di deriyê kefir Losîn ê li bakurê Idlibê re derbasî herêmê kir.

Diyar kir, ew her sê karwan ji zêdetir ji 100 barhilgirên serbazî, otombîl û kelûpelên serbazî pêk dihat û ber bi gundên Idlib û Helebê ve birê ketin.

Di çend rojên bûrî de, artêşa Tirkiyê zêdetir ji 400 otombîlên serbazî û barhilgir derbasî parêzgeha Idlibê kirine.

Ev derbaskirina karwanên nû ên serbazî ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye, duhî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû, artêşa Sûriyê êrîşî ser hêzên Tirkiyê li Idlibê kiribû û di encamê de 6 serbazên Tirkî hatibûn kuştin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî ragihandin, ku ew êrîşa artêşa Sûriyê bê bersiv namîne û dê tola serbazê xwe rakin.

 

S. B