Li Colemêrgê bo kaşokê welatî diçin mêrga Botan
Colemerg bi teybetmendiya xwe ya barîna zêde ya berfê tê nasîn.
K24 – Diyarbekir
Di erdnîgariya Kurdistanê de yek ji bajarên ku bo kaşokê herî guncav jî Colemerg e. Colemerg bi teybetmendiya xwe ya barîna zêde ya berfê tê nasîn. Di demsala zivistanê de welatî bo kaşokê berê xwe didin Navenda Kaşokê Ya Mêrga Botan a Colemêrgê ku bilindiya wê 2 hezar û 800 mîtro ye.
Di nav bajarên Bakurê Kurdistanê de yek ji bajarên ku herî gelek befir lê dibarê Colemêrg e ku ev befira zêde jî ji bo şahiyê tê bikaranîn. Welatî di demsala zivistanê de berê xwe didin Navenda Kaşokê Ya Mêrga Botan ku ji aliyê Ajansa Geşepêdanê Ya Anatolyaya Rojhilat ve bi 15 milyon lîreyî hatiye dirustkirin. Yek ji werzîşvanê kaşokê Derwêş Aydin jî keyfxweş e ku hem werzîşa xwe dike hem jî derfet dibîne ku seyranê jî bike.
Werzîşvanê Kaşokê Derwêş Aydin ji K24ê re got: "Bajarê Colemêrgê bi çiya ye lê ev teybetmendî nayê bikaranîn. Liv ê derê 3 kîlometre qada kaşokê heye. Em têne vêde zehf xweşe kebabê çêdikin keyfê dikin."
Welatiyên Colemêrgê bi teybetî di dawiya hefteyê de dema ku dixwazin demeke xweş û keyfîn derbas bikin û ji stresa bakêr dûr bikevin qesta Mêrga Botanê dikin. Welatî liv ê derê çanda seyranê ya bihar û havînê di demsala zivistanê de jî didin domandin. Welatî bang dikin ku serdana erdnîgariya Colmêrgê ya spahî were kirin.
Welatî Enwer Erkaya: "Keyfek zor ciwan e. Cih jî xweş e. Mêrga Botan di mezopotamyayê de ciheke nav û deng e. Daxwaziya me ew e ji hemu welatan bila mirov bên vê derê bibînin."
Welatî Emine Orûç: "Bû 2 sal em tên. Navenda kaşokê pirr xweş e. Em bi hevre tên seyranê dikin vê derê. Kebaba xwe çêdikin, çaya xwe çêdikin vedixwin em derin."
Mêrga Botan ji navenda Colemêrgê qasî 12 kîlometreyan dûr e û di sala 2012an de hatiye dirustkirin. Her sal jî derfetên navenda kaşokê baştirkirin. Di navenda koşakê de di meha sibatê de bilindiya berfê derketiye heta 3 metreyan û tê pêşbînîkirin ku heta meha adarê jî barîna berfê bidome.