Generalê xanenişîn: Tirkiye li Sûriye stratejiya xwe diguherîne
Generalê xanenişîn Ehmed Yavuz: “Xuya dike, ku Tirkiye li Sûriye stratejiya xwe diguherîne, dîsa dê berê xwe bide Amerika”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Generalê xanenişîn ê TirkiyeEhmed Yavuz ji rojnameya Cumhuriyet a Tirkî re diyarkir, ku: “Xuya dike, ku Tirkiye li Sûriye stratejiya xwe diguherîne, dîsa dê berê xwe bide Amerika”.
Ligor generalê Tirk, sedemek sereke ya guherîna stratejiyê helwêsta Rûsya ye, ku ji rejîma Sûriye re nabêje – raweste! Ev yek bandore li pêwendiyên Rûsya-Tirkiye dike û encam jî nêzîkahiya ligel Waşingtonê ligel xwe tîn e.
Ehmed Yavuz dibêje: Kiryarên rejîma Sûriye li idlibê ligor dilê Putin e jî, na xwe Serokê Rûsya di roja yekem de telefon a Serokomarê Tirkiye kiribû û dilgiraniyên xwe ji kuştina leşkerên Tirkiye anîbûn ziman. Tenê di rojekê de firokeyên Sûriye 200 operasyonan li idlibê encam didin, lê Rûsya bêdeng e. Ev yek jî, helwêsta Rûsya bi zelalî eşkere dike.
Tirkiye jî, dê rêya nêzîkahiya ligel Amerika bide pêş xwe.
C.B