Putin û Erdogan pêwendiya telefonî encam dan
Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê liser girtina bera rêkarên bilez ji bo zêdekirina hemahengiya li Sûriyê rêkeftin e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê liser girtina bera rêkarên bilez ji bo zêdekirina hemahengiya li Sûriyê rêkeftin e.
Krêmlin a Rûsyayê ragihand, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di pêwendiyek telefonî de liser girtina ber a rêkarên bilez ji bo zêdekirina hemahengiya li Sûriyê rêkeftin e.
Serokomariya Tirkiyê jî ragihand, Erdogan û Putin rewşa Îdlibê û êrîşkirina ser serbazên Tirkiyê axifîne.
Serokomarê Tirkiyê ragihand, hêzên wan ewlekariya navçeyê diparêz in û tekez kiriye êrîşkirina ser hêzên wan seleyeke li karê hevbeş ji bo bicîhanîna aramiyê li Sûriyê, û tekez kiriye ku dê berdewam be, di bikaranîna mafê xwe ji bo berevanîkirinê.
C.B