Reuters: Amerika bernameya hewalgirî ligel Tirkiye rawestand
Ajansa Nûçeyan Reutersê ragihand: Amerîka pêwendiyên xwe yên hewalgirîyê ligel Tirkiyê, piştî Operasyona “Kaniya Aştiyê” liser hewalgiriya dijî PKK, ragirtin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Nûçeyan Reutersê ragihand: Amerîka pêwendiyên xwe yên hewalgirîyê ligel Tirkiyê, piştî Operasyona “Kaniya Aştiyê” liser hewalgiriya dijî PKK, ragirtin e.
Ligor Ajansa Nûçeyan Reutersê, Amerika bi destpêkirina êrişa li ser Serêkaniyê û Girê Spî, pêwendiyên xwe yên hewalgirî li gel Tirkiyê ragirtin e.
Rayedarên Amerikî ji ajansê re gotin e: Ligel Tirkiyê bernameyek hewalgirîya leşkerî hebû, lê bi tevî êrişa li ser Serêkaniyê û Girêspî wan ev bername rawestandin e.
Ligor nûçeyê, ev bernameya hewalgirîya leşkerî ya Tîrkîyê û Amerika, di operasyonên li dijî PKKê de, dihat bikar anîn.
C.B