Rêveberiya Xweser 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Rûsyayê dike

Ligor peyamnêra Kurdistan24, Rêveberiya Xweser dê 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Rûsyayê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Rûsyayê dike.

Peyamnêra Kurdistan24 li Qamişlo ragihand,  şandek Rûsyayê bi serokatiya Ana Kozintsova - Komisyera Mafên Mirovan a Rûsyayê seredana rojavayê Kurdistanê kiriye û digel Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya.

Ligor peyamnêra Kurdistan24, Rêveberiya Xweser dê 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Rûsyayê bike.

Berî niha Rûsyayê ragihandibû, ku ew kar liser vegerandina zarokên Rûsî yên çekdarên DAIŞê  ji Sûriye û Iraqê dike.

 

 

 

C.B