Şandeke serbazî ya Rûsî ji bo Idlibê gihîşt Enqerê

Ji bo gengeşekirina rewşa Idlibê, şandeke serbazî ya Rûsyayê gihîşt Enqerê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo gengeşekirina rewşa Idlibê, şandeke serbazî ya Rûsyayê gihîşt Enqerê.

Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, şandeke serbazî ya Rûsî gihîşt Enqerê û dê li Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi berpirsên serbazî yên Tirkiyê rewşa Idlibê guftûgo bikin.

Di hevdîtinan de, şanda Rûsî dê hevahengiya Rûsî û Tirkî li Sûriyê û çarenivîsa xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê yên niha li navçeyên di bin kontrola artêşa Sûriyê de ne guftûgo bikin.

Li Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên Tikiyê hene, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, ew xalên çavdêriyê têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrişê jî di amadebaşiyê de ne.

Roja 3ê vê mehê artêşa Sûriyê êrîşî ser karwaneke hêzên Tirkiyê kiribû û di encamê de 7 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin û alozî jî derbarê wê pirsê de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derketibû.

 

 

S. B