Artêşa Tirkiyê di hefteyekê de 1200 barhilgir şandine Idlibê

Artêşa Tirkiyê bi şandina hêzên serbazî bo Idlibê berdewam e û di yek hefteyê de zêdetir ji 1200 barhilgir derbasî parêzgeha Idlibê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi şandina hêzên serbazî bo Idlibê berdewam e û di yek hefteyê de zêdetir ji 1200 barhilgir derbasî parêzgeha Idlibê kiriye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê îro karwaneke serbazî ya mezin ku ji 125 barhilgiran pêk dihat di deriyê Kefir Losîn re derbasî Idlibê kir, barhilgiran jî, tank, zirîpoş û kelûpelên lojistî hilgirtibûn.

Diyar kir jî, artêşa Tirkiyê karwaneke din ku ji 75 barhilgiran pêk tê, niha li deriyê Bab El Hewa kom kiriye û xwe amade dike, ji bo derbazî Idlibê bibe.

Da zanîn jî, di 24 demjimêrê bûrî de, artêşa Tirkiyê zêdetir ji 625 barhilgirên serbazî ku tank, zirîpoş û kelûpelên serbazî hilgirtibûn, derbasî xaka Sûriyê kir.

Li gor zanyariyên Rewangehê, artêşa Tirkiyê di dema dawî de hêzeke mezin şandiye Idlibê û tenê di hefteya bûrî de, 1200 barhilgirên serbazî derbazî wî parêzgehê kirine.

Ev şandina hêzê ji aliyê Tirkiyê ve bo Idlibê di demekê de ye, artêşa Sûriyê di çend rojên bûrî de gelek pêşketin li Idlib kiriye û hejmareke mezin ji gundan ji çekdaran kontrol kiriye û hejmarek ji xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê jî li navçeyên di destê artêşa Sûriyê de ne mane.

 

S. B