Sermaya cemseran bi ser Bakurê Kurdistanê de hatiye
Li Bakurê Kurdistanê, li hin bajaran pileya sermê daketiye bin sifirê û heta pileya 31.8 hatiye tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê, li hin bajaran pileya sermê daketiye bin sifirê û heta pileya 31.8 hatiye tomarkirin.
Li Bajarên Bakurê Kurdistanê, pileya sermayê li gelek bajaran hat eşkere kirin ku Erdexan bajarê herî sar hatiye destnîşankirin. Rêveberiya Keşûheway da zanîn, ku sermaya li bajarên Bakurê Kurdistanê ye, gihîştiye asta sermaya hewaya Cemserê.
Li bajarê Erdexanê ku hewa sahî bûye, pleya sermayê daketiye 31.8ê ku ev serma bi dehan salane nehatiye dîtin.
Li bajarên din jî wek Qers, Erzerom, Xarpêt, Dersim, Wan, Mûş, Colemerg û Bedlîsê jî pleya sermê dakete di bin sifirê re û di navbera 10 heta 15 de ye.
Rêveberiya Kêşûheway bi daxuyaniyekê got, ev sermaya nenormal dê heya çend rojên din jî berdewam bike.
S. B