Jeffrey rewşa Idlib û rojhilatê Firatê bi Tirkiyê re gotûbêj dike

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery derbarê rewşa Idlibê û rojhilatê Firatê de serdana Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery derbarê rewşa Idlibê û rojhilatê Firatê de serdana Tirkiyê dike.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, James Jeffery li Enqerê bi berpirên Tirkiyê pirsa Idlibê guftûgo dike.

Li gor hatiye belavkirin, James Jeffery bi berpirsên Tirkiyê re behsa rewşa rojhilatê Firatê û cibicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 ya derbarê krîza Sûriyê de û karê Hevpeymaniya Navdewlet li dijî DAIŞê dike.

Ev serdana Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery di demekê de ye, duhî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di encama êrîşeke artêşa Sûriyê de, 5 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatibûn kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûbûn.

Herwiha aşkere kir jî, wan jî bersiva êrîşê dane û tola serbazên xwe yên kuştî vedane.

Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir jî, James Jeffery ji piştî Enqerê berê xwe dide Almanyayê û roja 13ê Sibatê beşdarî Lûtkeya Munchenê dibe û hin civînê derbarê çareseriya siyasî ya Sûriyê, peydakirina ewlehî û aştiyê li wî welatî û jinavbirina DAIŞê de bi berpirsên pilebilind re dike.

 

S. B