Kovara Dîroka Kurd behsa jiyana Mela Mistefa Barzanî dike

Kovara Dîroka Kurd di hijmara xwe ya 38. Cih dide Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û balê dikêşe demên Mele Mistefa Barzanî yên Yekîtiya Sovyetê.

K24 – Diyarbekir

Kovara Dîroka Kurd di hijmara xwe ya 38. Cih dide Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û balê dikêşe demên Mele Mistefa Barzanî yên Yekîtiya Sovyetê. Amadekarên dosyaya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî amaje dikin ku bo roja me girîng e ku Kurd perspektif û ezmunên Mele Mistefa Barzanî yên mijarê naveneteweyî de baş bizanin.

Kovara Dîroka Kurd ku cih dide çand û dîroka Kurdan di hijmara xwe ya 38. de cih dide mijarek balkêş û neteweyî. Kovara Dîroka Kurd ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşikçî ve tê derxistin di hijmara 38. de dosyayek derbarê jiyana Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ya li Yekîtiya Sovyetê de pêşkêş dike. Serokê nemir piştî Komara Mahabadê berê xwe dide Yekitiya Sovyetê û 12 salan li wir dimîne. Dosyayê de behsa pêvajoya derbasbûna Yekîtiya Sovyetê û têkiliyên li gel rayedarên Yekîtiya Sovyetê tê kirin. Yek ji amadekarên dosyayê nivîskar Firat Sezer dibêje di pêvajoya amadekariya xebatê de li ser gelek belgeyên Rûsî jî lêkolîn hatiye kirin û bingeha pêvajoya Yekîtiya Sovyetê ji hemu aliyan ve hatiye vegotin.

Nivîskar û lêkolîner Firat Sozerî ji K24ê re got: "Di dîroka Kurdan de dema behsa wextê Sovyetê ya Mele Mistefa Barzanî tê kirin wekî dramekê tê behskirin. Lê dema ku ez çûm wê derê û di arşîvan de xebitîm, çûm cihê ku Mele Mistefa lê maye min dît ku ne tiştekî tenê dramatik e. Di vê derê de tiştek din a girîng heye. Mele Mistefa Barzanî wek serokekî neteweyî yê Kurd çûye yek ji dewletên herî xurt û têkilî bi wan re daniye."

Jiyana Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ya li Yekîtiya Sovyetê bo ezmunên Kurdan ên di warê  dîplomasiyê de gelek girîng tê dîtin. Yek ji nivîskarên ku di dosyayê de cih digire û Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkça yê Şaxa Diyarbekir Seîd Veroj balê dikêşe ku bo famkirin û analîzkirina roja me ku Rojhilatanavîn ji nû ve tê dîzaynkirin sudwergirtina ji perspektîfên Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî gelek krîtîk e.

Nivîskar Seîd Veroj dibêje: "Ji wê rojê şûn de li ser esasê wan têkiliyan û heta îro ev dosya û ew dokumentên ku heta îro me nizanibû, derxistina dokumentan bo ronîkirina dîroka millete Kurd girîng e. Agahiyên ku em ji vê dosyayê werbigrin dê îro jî bo têkiliyên me yên dewletên mezin re bibe alîkar."

Di dosyeya derbarê helwest û tevgerên Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî de xal girîng û balkêş ew e ku di dema şerê sar a cîhanê de Mele Mşstefa Barzanî kariye di heman demê de li gel Rûsyayê jî têkilî deyne û li gel Emerîkayê jî têkilî deyne û div ê navberê de jî bi Îsraîl û Îranê re jî hevdîtinan pêk bîne ku ev yek wek waneyên dîplomasiyê tên dîtin.