Stratejiya Tirkiyê ya Îdlibê
Piştî kuştina leşkerên artêşa Tirkiyê ku li Idlîbê di êrîşa hêzên rejîma Sûrî de canê xwe ji dest dan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand plana xwe ya li Idlîbê sibê dê eşkere bikin. Li gor çavdêr û pisporên nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ev plan dê planeke leşkerî be, artêşa Tirk li hin deveran dest bi operasyonên leşkerî bike û ji Idlîbê dê venekêşe.
K24- Stenbol

Piştî ku li Idlîbê di êrîşa hêzên Sûriyê de leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan, plana Tirkiyê ya li hember Sûriyê di rojevê de wek pirsekê sereke cîh digire.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn di civîna koma partiya xwe ya heftane de wê plana xwe ya der barê Idlîbê de eşkere bikin.
Li gor çavdêr û pisporên nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ku li Stenbolê di panela der barê krîza Sûriyê de li hev civiyan, Tirkiye ji Idlîbê dê venekêşê û plana xwe li ser rêbazên leşkerî dê ava bike.
Gokhan Gokçe -Rojnamevan- dibêje: Tirkiye li hin deverên diyarkirî yên Idlîbê ihtimaleke mezin dest bi operasyonên leşkerî dê bike. Jixwe di çend rojên dawîn de sewqiyatên mezin ên artêşa Tirk ber bi deverên Idlîbê ve pêk hatin. Tirkiye dixwaze bi operasyonên leşkerî siyaseta xwe ya li Sûriyê bi Amerîka û Rûsya jî bide pejirandin.
Bi nêrîna beşdarên panelê, şerê li Idlîbê li gor operasyonên berê gelek krîtîk e, dahatûya krîza li Sûriyê encamdayîna şerê Idlîbê dê diyar bike.
Talha Kose -pisporê pêwendiyên navdewletî- got: Gavên Sûriyê stratejîk in, bi piştgiriya Rûsya û Îranê pêk tên. Tirkiyê nexşeya xwe ya li Idlîbê li gor rêbazên leşkerî dê diyar bike. Eger Tirkiye li Idlîbê operasyon neke vegera koçberên Sûrî yên li Tirkiyê jî ne pêkan e. Eger operasyon nebe 3 milyon kesên din jî wê berê xwe bidin Tirkiyê ku ev barê heyî dê girantir bike.
Di du êrîşên dawî yên rejîma Sûrî de li Idlîbê di nav hefteyekê de 12 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan.