Erdogan: Li Sûriyê derbasî qonaxeke din dibin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefê li artêşa Sûriyê dixwe û heta dawiya vê mehê moletê dide, heger ji Idlibê venekişe, ew ê bi hêza bijayî û esmanî artêşa Sûriyê vegerîne piştî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefê li artêşa Sûriyê dixwe û heta dawiya vê mehê moletê dide, heger ji Idlibê venekişe, ew ê bi hêza bijayî û esmanî artêşa Sûriyê vegerîne piştî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê.

Serokomarê Tirkiyê îro li Parlemana Tirkiyê ji koma partiya xwe re got: “Em bi biryar in, heta dawiya meha Sibatê, hêzên rêjîma Sûriyê ji sînorê têgihîştina Sûcî derbivînin, anku emê wan vegerînin piştî xalên me yên çavdêriyê”.

Erdogan tekez kir, heger serbazekî din ê Tirkiyê li Idlibê birîndar bibe, ewê hêzên rêjîma Sûriyê li kû derê bin armanc bikin, heta ku derveyî sînorê têgihîştina Sûçî de bin jî.

Herwiha Erdogan tekez kir jî: “Em derbasî qonaxekê bûne, çavê xwe ji binpêkirinên li Sûriyê dibin nagirin”.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê hişyarî da firokeyên êrîşî deverên sivîlan li Idlibê dikin kir û got: “Ji niha û pê ve, firoke nikarin sivîlan li Idlibê bombebaran bikin û dê nikaribin bi azadî jî bigerin. Bi aşkere dibêjim, li cihê xwîna serbazên Tirk birije, ti kes di ewlehiyê de namîne”.

Amaje bi wê jî da, hêzên opozîsyona Sûriyê amadekariyan dikin, ta hêzên rêjîma Sûriyê ji Idlibê derbixin.

Ev daxuyaniya Erdohan di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê pêr ragihandibû, artêşa Sûriyê êrîşî hêzeke wê kir û di encamê de 5 serbazên Tirk hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Wezareta berevanîyê ya Tirkiyê duhî jî ragehand, di bombebarana wan liser pêgehên artêşa Sûriyê de, 51 serbazên Sûrî kuştine, du tankên serbazî têkşikandine û dest bi ser tangeke din de jî dagirtine.

 

S. B