Li Tirkiyê bertekên dijî yasaya zêrevaniyê berfireh dibin

Li Tirkiyê projeyaseya, ku desthilatiyên berfereh dide pasevanan him di nav civakê de him jî li parlementoya Tirkiyê bû sedema bertekan. Parlementeran diyar kirin, ku pasevanne ji bo ewlehiya welatiyan, ji bo parastina pergala nû tên zêdekirin. Parlementeran gotin, AKP dixwaze bi rêya pasevanan, bo xwe hêzên milîs damezrîn e û ev yek nayê qebûlkirin.

K24- Enqere

Li Tirkiyê projeyaseya, ku desthilatiyên berfereh dide pasevanan him di nav civakê de him jî li parlementoya Tirkiyê bû sedema bertekan. Parlementeran diyar kirin, ku pasevanne  ji bo ewlehiya welatiyan, ji bo parastina pergala nû tên zêdekirin. Parlementeran gotin, AKP dixwaze bi rêya pasevanan, bo xwe hêzên milîs damezrîn e û ev yek nayê qebûlkirin.

Li parlementoya Tirkiyê bertekên tund li hemberî projeyaseya pasevanan hene. Projeyasa ji komîsyona karên navxweyî derbas bû û dê biçe lijneya giştî. Li gorî projeyaseyê, pasevan êdî dikarin çekan li gel xwe bigerînin û nasnameyên welatiyan kintrol bikin. Her wiha di xwepêşandan de jî dikarin midaxaleyan bikin. Partiyên opozîsyonê dibêjin ev madeyene nikarin bêne pejirandin. Parlementerê HDPê yê Izmîrê Murat Çepnî got, ev yaseye di eslê xwe de ji bo qutkirina dengên mixalif hatiye amadekirin. Çepnî îddia kir ku bi rêya pasevanan partiya desthilatdar dixwaze hêzeke paramilîter damezirîne ku xwe biparêze.

Murat Çepni- Parlementer- dibêje:Li tevahiya Tirkiyê hemû desthilatî di bin deste mirovekê de kombûne. Hemû biryaran bi tenê kesek dide. Bi nîqaşkirina encamên vê yekê em di demekê de ne ku ji hemû deman zêdetir me pêwîstî bi demokrasiye û parvekirina desthilatiyan heye. Tevî vê yekê AKP û MHP karên serbazî dixin di nav siyasete de û politîkayên serbazî bikartînin. Ev yeke nayê qebûlkirin.

Serokvekîlê koma partiya IYI Lutfu Turkkan jî pasevanan dişibîne Naziyên berê yên di bin kintrola Hîtlerê Almanyayê. Turkkan yaseya nû wek pêngaveke xelet dinirxîne û nigeraniya xwe li hemberî ev yaseyê tîne ziman.

Lutfu Turkkan, Serokvekîlê koma partiya IYI, got:- Di dewletekê de ewlehî bi çekan tê dabînkirin yan bi aştî û aramiyê? Wexta em li pasevanan dinêrin em dibinin ku ev ciwanene ji saziyên partiya desthilatdar yan jî bi referansa partiya desthilatdar wan têne hilbijartin. Mixabin bi xemgînî dibêjim ev dezgeha ku ji wan ciwanane pêk tê sibê dusibe dê karên gelek xirab bikin. Pasevanên ku piştî perwerdeyek 41 rojî

we çek dane wan dê bibin sedema xirabiyên ev qas mezin ku hûn nikarin bersîva van bidin.

Parlementeran diyarkirin ku rojên pêşiyê ev projeyaseye dê li parlementoya Tirkiyê were gotûbêjkirin. Her wiha gotin ku ev dê bertek û nerazîbûnên xwe dîsa bînin ziman ku projeyasa neye pejirandin. Parlementeran got, li şûna pasevanan partiya desthilatdar dikare ewlehiya bajaran bi teknolojiyeke pêşketî dabîn bike.