Tirkiye ji bo şerê Îdlibê, daxwaza alîkariya zêdetir ji Amerîka û NATOyê dike

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê û Amerîkayê li Brukselê civiyan. Hulusî Akar ji Amerîka û NATOyê ji bo Îdlibê daxwaza zêdetir alîkariyê dike.

K24- Hewlêr

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê û Amerîkayê li Brukselê civiyan. Hulusî Akar ji Amerîka û NATOyê ji bo Îdlibê daxwaza zêdetir alîkariyê dike.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, li Brukselê, Biryargeha NATOyê bi Wezîrê bergirî yê Amerîkayê Mike Esper re civiya.

Di civînê de, mijarên ewlekarî û parastinê yên Iraq û Sûriyê hatin gotubêjkirin. Akar ji daxuyaniyên dawî yên berpirsên Amerîkî dilxweşiya xwe anî ziman û ji Amerîka û NATOyê bo mijara Îdlibê daxwaza zêdetir alîkarî û piştevaniya kirdarî kiriye.