Jinên destkariyê dikin ji bo Roja Evîndaran festîvalek saz kirin
Bi nêzîkbûna roja evîndaran a 14ê Sibatê li Stenbolê jinên destkariyê dikin festîvaleke hunerî saz kirin û berhemên bi destên xwe çêkirin bo roja evîndaran amade kirin da ku evîndar diyariyê hev bikin.
K24- Stenbol
Bi nêzîkbûna roja evîndaran a 14ê Sibatê li Stenbolê jinên destkariyê dikin festîvaleke hunerî saz kirin û berhemên bi destên xwe çêkirin bo roja evîndaran amade kirin da ku evîndar diyariyê hev bikin.
Her berhemên rengîn û ji hev ciyawaz ku li ser maseyan hatine raxistin bi destên jinan hatine amadekirin bo roja evîndaran.
Komekê jinên li Stenbolê dijîn li bajêr bi nêzîkbûna roja 14ê Sibatê ku wek roja evîndaran tê pîrozkirin festîvala destkariyê sazkirin.
Efrûz Balayi-Beşdara Festîvalê- got: Çêkirina hin berhem hene di hefteyekê de hin hene di mehekê de diqede. Min hemû berheman li mala xwe amade kirine ku tev hunerî ne û bo xemlê jî gelek xweş in.
Di festîvalê de amadekar tev jin in yên bi hezaran berheman çêdikin jî û difiroşin jî jin in.
Selîn Akyil-Beşdara Festîvalê- got: Li vêderê bi xêra festîvalê her jin dikarin destkariya xwe nîşan bidin. Loma bo jinan evder derfeteke baş e. Min ristik, guhar, hevala min jî li ser kevir û seramîkê hin kelûpelên hunerî amadekirine.
Jinên beşdar û amadekarên festîvalê wek nimûneya hevgirtineke civakî hewl didin her sal bi rêk û pêk festîvalên bi vî rengî saz bikin.