Berf deriyên dibistanên 24 parêzgehên Tirkiyê digire

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber barîna Berfê, wan li dibistanên 24 parêzgehan bihnvedan ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber barîna Berfê, wan li dibistanên 24 parêzgehan bihnvedan ragihand.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê û li tevahî Tirkiyê li 24 parêzgehan ji ber barîna berfa dijwar, îro ji bo dibistanan kir roja benhvedanê.

Roja Bihnvedana dibistanan îro destpê dike û heta daxuyaniyeke din dê berdewam be.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê riyên gund û bajaran ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Taybet li Xarpêtê 372 rê û li Wan jî riyên 687 gund û waregehan ji ber barîna berfê hatine girtin.

Barîna berfê vê hefteyê jî li Bakurê Kurdistanê berdewam bike û Rêveberiya Keşûhewayê, hişyariyên ji bo çûnûhatina welatiyan di riyan re bi berdewamî dide.

 

S. B