Tirkiye hêzên xwe li Îdlibê zêde dike

Artêşa Tirkiyê, hêz û alavên serbazî yên zêdetir dişîne Îdlibê.

K24- Hewlêr

Artêşa Tirkiyê, hêz û alavên serbazî yên zêdetir dişîne Îdlibê.

Hêz û tank û topên serbazî ku ji deverên cuda yên Tirkiyeyê hatin şandin gihîştin navçeya Reyhanlî ya Hatayê. Alav û tankên ku gihîştin Reyhanlî ji barhilgiran hatin danîn û ber bi sînorê Îdlibê ve hatin şandin.

Rayedarên Tirkiyeyê dibêjin, ew ji bo cîbicîkirina agirbestê hêz dişînin Îdlibê û kîjan alî binpê bike, ewê hember wan hêzê bikarbînin.

Li gor agahiyên dawî, hêzên Tirkiyeyê li Îdlibê pênc hezar serbazan derbas kiriye.