Hulusî Akar: Em bo cîbicîkirin a agirbestê hêzên zêdetir dişînin Îdlibê
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê dibêje, ew ji bo cîbicîkirin a agirbestê hêzên zêdetir dişînin Îdlibê.
K24- Hewlêr
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê dibêje, ew ji bo cîbicîkirin a agirbestê hêzên zêdetir dişînin Îdlibê.
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin, ji bo cîbicîkirin û parastina agirbestê, zêdetir hêz dişînin Îdlibê û ew dê deverê kontrol bikin. Da zanîn, hêzên tundrew jî di nav de, kîjan alî agirbestê binpê bike, ew dê hember wan hêzê bikarbînin.
Akar da xuyakirin, digel ku li herêmê heta niha çar agirbest hatine ragihandin jî, rejîma Sûriyê li erd û asîman êrişên xwe berdewam dike.