Wezareta berevanîya Tirkiyê kuştina bi dehan serbazên Sûriyê ragehand
Wezareta berevnîya Tirkiyê belav kirîye, wan 65 serbazên Sûriyê li Îdlibê kuştine.
K24- Hewlêr
Wezareta berevnîya Tirkiyê belav kirîye, wan 65 serbazên Sûriyê li Îdlibê kuştine.
Berê wezareta berevanîya Tirkiyê kuştina bi dehan serbazên din yên Sûriyê ragehandibû.
Bi sedema hêrişên artêşa Tirkiyê bo ser parêzgeha Îdlibê, ku dawîn pêgeha mîlîşîya yên Sûriyê ye, alozî ketîye di navbera Enqere û Dîmeşqê de.
Bi sedema hêrişên Sûriyê bo ser Îdlibê, zêdetri ji 15 serbazên Tirkiyê hatîne kuştin. Di dawîn daxuyanîya xwe de, Receb Teyîb Erdogan ragehand, Sûriya her livînekê bike gelek bi tundî bersiva wê dê bidîn.