Şandeka Tirkiyê derbarê rewşa Îdlibê serdana Rûsiya dike

Bo gotûbêjkirina rewşa Îdlibê şandeka Tirkiyê serdana Rûsiya dike.

K24- Hewlêr

Bo gotûbêjkirina rewşa Îdlibê şandeka Tirkiyê serdana Rûsiya dike.

 Evro şandeka Tirkiyê serdana Moskoyê dê bike û li gel berpirsên Rûsiya rewşa Îdlibê û pêşveçûnên rijêma Sûriyê li wê deverê dê gotûbêje bike.

 Ev civîn berdewamîya danûstandinên wan e ewên berî heftîyekê li Enqereyê birêveçûn.

Di evê mehê de 13 serbazên Tirkiyê di hêrişên artêşa Sûriyê de bo ser gundewarên Îdilbê hatibûn kuştin herweha hejmaerek ji xalên wê serbazî bo çavdêrîyê, ji alîyê artêşa Sûriyê ve hatîne dorpêçkirin. Ji bo vê yekê jî, Tirkiya daxwaz ji Rusiya dike, rijêma Sûriyê ji wan deverên kotirol kirîye, dûr bike.