CHP giringiya Kurdan dizane
Partiya Komarî Ya Gel CHPê li Diyarbekirê 37. Kongreya Asayî Ya Serokatiya Şaxa Diyarbekirê li darxist. Di kongreya asayî de çareseriya pirsgirêka Kurd û girîngiya hevkariya li gel Kurdan xala sereke ya axaftinan bû.
K24-Amed
Partiya Komarî Ya Gel CHPê li Diyarbekirê 37. Kongreya Asayî Ya Serokatiya Şaxa Diyarbekirê li darxist. Di kongreya asayî de çareseriya pirsgirêka Kurd û girîngiya hevkariya li gel Kurdan xala sereke ya axaftinan bû.
Ber bi kongreya giştî ya Chpê ve li Bakurê Kurdistanê jî rêveberiyên Chpê tên nûkirin. Di vê çarçoveyê de 37. Kongreya Asayî Ya Serokatiya Şaxa Chpê hat li darxistin. Di kongreyê Abdurrahman Aslan û Gonul Ozel ketin pêşbaziyê û rêveberên navendî jî tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de ji hilbijartinê zêdetir Çareseriya Pirsgirêka Kurd derket pêş. Endamê Meclîsa CHP Muslum Sari amaje kir ku CHP rastiya Kurdan fam kiriye û girîngiya Kurdan jî dibîne.
Muslum Sari-Endamê Meclîsa CHPê- dibêje: "Divê êdî di desthilatdariya Tirkiyeyê de Kurd jî hebin û CHP vê rastiyê dibîne. Me bi dengên Kurdan şaredariyên metropolan bi dest xist em rastî û girîngiya Kurdan fam dikin. Em partiya damezrêner a Komara Tirkiyeyê ne û ber bi sedsaliya komarê ve diçin û me bernameyek daye pêşiya xwe. Di vê bernameyê de Kurd jî hene û mafên Kurdan jî hene."
Di 37. Kongreya Asayî Ya Serokatiya Şaxa Diyarbekirê de bo çareseriya pirsgirêka Kurd Makezagoneke nû wek pêdiviyekê hat dîtin û hat amajekirin ku divê CHP helwestek wêrek nîşan bide. Serokê Dîwana Kongreyê Newaf Bîlek anî zimên ku dê CHP ne tenê bi HDPê re, dê bi hemû partiyên Kurdan re têkilî deyne.
Nevaf Bîlek-Serokê Dîwana Kongreya CHPê ya Şaxa Diyarbekir- got:
"CHP ne tenê bi HDPê re têkiliyê datîne û tifaqê dike. Di heman demê de divê em bi partiyên din ên Kurdan re jî têkiliyê danin. Divê em bi Partiya Azadiya Kurdistan PAK, Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK û Partiya Demokrata Kurdistan PDKê re jî bikevin têkiliyê."
Di pêvajoya dengdayînê de ji 120 delegeyan 116 delegeyan deng bi kar anî. Piştî pêvajoya dengdanê Gonul Ozel li hember rikeberê xwe Abdurahman Aslan bi 165 dengan bi serket û bû Seroka nû Ya Şaxa Diyarbekir a Partiya Komarî Ya Gel CHPê.