Oluç: Desthilata AKP'ê heta 2023'an namîne

HDP dibêje, rewabûna desthilata AK Partî ya civakî û demokrasî nemaye û ne pêkan e heta 2023 desthilata xwe berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP dibêje, rewabûna desthilata AK Partî ya civakî û demokrasî nemaye û ne pêkan e heta 2023 desthilata xwe berdewam bike.

Cîgirê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç li Parlamena Tirkiyê di civîneke rojnamevanî de axivî û got, deshilata AK Partî rêyên tarî û xerap yên di salên bihurî de li hember tevgera Kurdî bikar anîbûn, careke din hember wan bikar tîne.

Da zanîn jî, polîsên sivîl bi otombêlên bêtablo pêşiya otombêla parlamenterekî wan girtin û hewl dan endamê encûmena partiya wan binçav bikin.

Oluç got, sîstema serokomariyê bersiva pirsgirêkên civakê nade û desthilatê rewabûna xwe ji dest daye û ji bo desthilateke rewa divê hilbijartinên pêşwext werin encamdan.

 

S. B