Tirkiyê zêdetir ji 150 barhelgirên din ji alîkaryên serbazî derbazî Sûriyê kir
Di 24 demjimêran burî de Tirkiyê zêdetir ji 150 barhelgir ji alîkaryên serbazî derbazî Sûriyê kir.
K24- Hewlêr
Di 24 demjimêran burî de Tirkiyê zêdetir ji 150 barhelgir ji alîkaryên serbazî derbazî Sûriyê kir.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkirîye, di 24 demjimêrên burî de artêşa Tirkiyê dû karwanên hêzê ji derîyê Kefer Lusîn a bakurê Îdilbê derbazî Sûriyê kir. Li gor Riwangehê yekem karwan 70 barhelgir li xwe digirt û dûyem karwan jî, 90 barhelgir li xwe digirt.
Riwangehê belav kirye jî, ku hêzên Tirkiyê li bajarokê Sermîn a rojhlatê Îdilbê jî belav bûne.
Li gor zanyarîyên Riwangehê ji destipêka Subatê ve û heya niha artêşa Tirkiyê zêdetir ji dû hezar û 300 barhelgir ji kelûpel, çek, cebilxane û herweha otombîlên serbazî derbazî Sûriyê kirine. Hejmara serbazên Tirkiyê jî gehaye zîdetir ji 7 hezar serbazan. Herweha hejmara xalên wê yên serbazî jî gehaye 36 xalan.