Tirkiye navçeyeke serbazî li ser sînorê Sûriyê radigihîne
Artêşa Tirkiyê navçeyeke serbazî li ser sînorê parêzgeha Idlibê radigihîne û wê navçeyê ji xelk sivîl û rojnamevanan qedexe dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê navçeyeke serbazî li ser sînorê parêzgeha Idlibê radigihîne û wê navçeyê ji xelk sivîl û rojnamevanan qedexe dike.
Ev tenê piştî çend demjimêran ji daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan tê, ku îro ragihand, operasyona wan a serbazî li Idlibê tenê pêwendiya wê bi demê heye û tekez kir, ji bo wê mebestê hevahengiyê bi Amerîka re dikin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar tekez kir, li gor rêkeftina Sûçî, ku Enqere, Mosko û Tehranê li ser îmze kirine, desthilata welatê wî heye riyên pêwîst bigire ber, ji bo rawestandina şer li Idlibê.
Ji aliyê xwe ve, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) derbarê hişyarî derbarê her operasyoneke Tirkiyê ya serbasî li Idlibê da û Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov got: “Ev xerabtirîn bijarde ye”.
S. B