Tirkiyê karwanek serbazî yê nû derbasî Sûriyê kir û 3 xalên çavdêriyê jî danîn

Tirkiyê karwanek serbazî yê nû derbasî Sûriyê kir, û 3 xalên çavdêriyê jî, di yek rojê de li derdora Idlibê danîn e.

K24- Hewlêr

Tirkiyê karwanek serbazî yê nû derbasî Sûriyê kir, û 3 xalên çavdêriyê jî, di yek rojê de  li derdora Idlibê danîn e.

Rewangeha Sûriye bo Mafên Mirovî belavkiriye, artêşa Tirkiye karwanek  nû yê serbazî, ku ji 80 barhilgir û otombîlên serbazî pêk dihat ji dergehê Kefer Lusîn ê bakurê Idlibê derbasî Sûriyê kir. Ligor Rewangehê, artêşa Tirkiyê xalek serbazî ya nû li gundê Bzabor  li Cebel Zawiye daniye.

Herweha xalek nû li Lutkeya Nebî Eyûb, ku dikeve ser rêya Cebel Zawiye û Sehil elXab danî û sêyem xal jî, liser rêya M4 danîn. Ligor Rewangehê  bi danîna xalên nû, hejmara xalên çavdêriyê yê Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê gihişte 39 xalan.