Li Stenbolê 9 xwendekar hatin binçavkirin

Li Stenbolê 9 xwendekar hatin binçavkirin û li bajarê Mêrsînê jî bi tometa endamtiya PKKê 5 kes hatin zîndanîkirin û.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê 9 xwendekar hatin binçavkirin û li bajarê Mêrsînê jî bi tometa endamtiya PKKê 5 kes hatin zîndanîkirin û.

Li Stenbolê jî xwendekarên Zanîngehê, ji bo hevalekî xwe ku dawî li jiyana xwe anîbû, xwepêşandan kirin. Xwendekaran, dan zanîn ji ber kêmxemiyên desthilatê, bûyerên xwe kuştinê zêde dibin.

Polîsan jî piştî hişyariya belavbûnê êrişî xwepêşandanê kirin û 9 xwendekar binçavkirin.

Polîsê Tirkiyê, li Mêrsînê beriya 15'ê Tebaxê bi hinceta alîkarî û endamtiya KCKê 13 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin derketin pêşberî dadgehê û biryara zîndanîkirina 5 kesan hate dayîn. 8 kes jî bi kontrola dadî hatin berdan.

 

S. B