Erdogan: Rusiya rast nabêjin, me belgeh hene ku Rusiya Topbaranê dike

Serokkomarê Tirkiyê ragehand, Rejîma Suriyê bi harikariya Balefirên Rusiyayê Idlibê topbaran dike.

K24- Hewlêr

Serokkomarê Tirkiyê ragehand, Rejîma Suriyê bi harikariya Balefirên Rusiyayê Idlibê topbaran dike.

Recep Tayîp Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê di daxutanîyekêde ragehand: Çi derbarê Idlibê be li Sûriyê, çi derbarê Lîbyayê be, hevdîtin di navebra me û Rusiyê de berdewam dibe.

Erdogan got jî:Pêwiste di zutirîn dem de, em rewşa Idlibê aram bikîn.

Herweha got: Ez dizanîn Rsuiya pştgirîyeka mezin a zemînî û asmanî bo rejima Suriyê dike.

Di dirêjîya axivtinê xwe de, serokê Tirkiyê got: Di hevdîtina vê dawîyê de jî min ji birêz Putîn re got: Eger 1-2 milyon xelk ji Suriyê ve werin sinûrên me, em çawa bersivê bidîn. Ew dibêjin em harikariya rejimê nakîn di topbaranan de, lê rast nabêjin, belgeh û girûvên me hene ku Rusiya Topbaranê dike. Li gel Rusiya me lihev nekirîye; lê biryare li 5e Adarê hevditineke rûbirû encam bidîn.