Peskov: Heta 5ê Adarê liser hevdîtinek Putin-Erdogan nehatiye axaftin
Dmitriy Peskov di kongreya rojnamevanî de diyarkir, ku: “Liser tu hevdîtinek di navbeya Serok Putin û Serokomar Erdogan de nehatiye axaftin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye di axaftina xwe ya berî seredana Azerbeycanê de diyar kiribû, ku “Heta 5ê Adarê hevdîtinek ligel Putin dikare lidar bikeve”.
Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov di kongreya rojnamevanî de diyarkir, ku: “Liser tu hevdîtinek di navbeya Serok Putin û Serokomar Erdogan de nehatiye axaftin. Lê, heman demê danûstandin derbarê mijara Idlibê di navbeyna her du welatan de didom in”.
Liser pirsa rojnamevanan a hevdîtina dualî di navbeyna Putin û Erdogan de, Peyvdarê Kremlinê anî ziman: “Liser hevdîtinek dualî nehatiye axaftin, dibe ku formatek pirralî pêk were, lê heta niha biryar liser wê jî nehatiye dan”.
Peskov got: “Formatek wekî hevdîtinê di navbeyna Fransa-Almanya-Tirkiye-Rûsya de ne di rojevê de ye. Lê, liser hevdîtinek Îran-Tirkiye-Rûsya dikare kar bê kirin”.
C.B