Soylu: Bi Îranê re hemû hatûçûn hatiye qedexekirin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da xuyakirin, ji ber vayrosa korona, bi Îranê re hemû hatûçûn hatiye qedexekirin, tenê welatiyên Tirkiyê ku li wê derê ne dikarin vegerin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da xuyakirin, ji ber vayrosa korona, bi Îranê re hemû hatûçûn hatiye qedexekirin, tenê welatiyên Tirkiyê ku li wê derê ne dikarin vegerin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji rojnamevanan re ragihand, hawerdekirina kelûpelan ji Îranê hatiye qedexekirin. Herwiha hinardeya Tirkiyê jî hatiye rawestandin. Tiştê ji welatên din hatine di ser Tirkiyê re derbasî Îranê dibin, lê ji wir veger nîn e.
Suleyman Soylu got, heta niha çi haleteka korona li Tirkiyê nehatiye tomarkirin û ew her cure bergirî pêş dixin. Gotegotên li ser torên civakî hene jî derew in.
Vayrosa Korona li Îranê velav bûye û heta niha 95 kes tûşî vê vayrosa Korona hene û 16 kesan jî bi wê vayrosê canê xwe jidest dane.
S. B