Peywendiyên Tirkiyê li gel NATOyê û çareserîya Idlibê
Li ser Îdlibê danûstandinên Tirkiye û Rûsyayê didom in. Tirkiye ji NATO daxwaza midaxeleyê û ji Amerîkayê jî, daxwaza mûşekên Patrîotan kiribû, û di mijara Îdlibê de ketîye tengasîyek mezin. Pispor dibêjin, Tirkiye tevî hebûna Rûsya û Îranê nikare li Îdlibê operasyonekê serbazî pêk bîn e, loma daxwaza piştgirîyê ji NATO û Amerîkayê dike. Pisporên Kurd jî dibêjin, divê Tirkiye êdî bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re dest bi danûstandinan bike û rêzê li mafên wan bigre.
K24- Enqere

Li ser Îdlibê tevî hemû serdan û peywendîyên dîplomatîk yên Tirkiye û Rûsyayê hêj çareserîyekê pêk nehatîye. Tirkiyeya ku di mijara Îdlibê da ketîye tengasîyê çend caran bang li NATOyê kir ku ew midaxil bin û ji Amerîkayê jî daxwaza mûşekên patorîtan kiribû, lê belê Pentagon hêj bi erênî bersivekê nedaye. Lê belê Amerîka ji destpêka krîza Îdlibê û vir ve di asteke bilind da piştgirîya xwe ya bo Tirkiyeyê tîne ziman.
Pispor dibêjin, banga Tirkiyeyê ji bo NATOyê girîng e û NATO li gel Rûsyayê jî dikare midaxeleyê Îdlibê bike û ev yek wê ji alîyê mirovî ve encamekê bide.
Murat Ozbûlbûl-Pisporên Peywendîyên Navdewletî- dibêje:"Tirkiye demekî dirêj e ku endamê NATOyê ye. Carinan bi NATOyê ra kêşe derkevin jî, heta Tirkiye endam be wê eksena sereke ya ewlehîyê li gorî polîtîkayên NATOyê bin. Herî dawî NATO midaxeleyê şerê Yugoslavyayê kiribû û komkujî hatibû rawestandin. Helbet NATO dikare midaxele bike û wê encam jî bide. Lê belê Tirkiye bêyî Rûsya û Îranê nikare operasyoneke bide destpêkirin."
Li alîyê din li gorî hin derdoran, yek ji sedemên li ser Îdlibê helwesta tund ya Tirkiyeyê mijara statûya defacto ya Rojavayê Kurdistanê ye. Pisporên Kurd dibêjin, divê Tirkiye li gel Kurdên Rojava dest bi hevdîtinan bike û rêzê li mafên wan bigre.
Vahdettin Bingol-Pisporê Rojhilata Navîn- got:" Li Rojhilata Navîn piştî bihara Ereban rewşa nû derxist holê ku Kurd aktorên herî girîng in û bêyî wan tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Ger Tirkiye bixwaze bibe aktoreke sereke divê pêşî bi Kurdên Tirkiye, Iraq û Sûrîyeyê ra peywendîyên baş dirust bike û rêzê li mafên wan bigre. Nexwe bi aktorên bîyanî ra kêşeya Sûrîye û Rojhilata Navîn çareser nabe."
Li alîyê din cara duyem e ku şandeya Rûsyayê li ser Îdlibê serdana Enqereyê dikin û tê gotin ku li gorî nexşerêya vir wê naveroka hevdîtina Erdogan û Pûtîn jî bê dîyarkirin û bi egereke mezin wê her du alî bigihîjin çareserîyekê hevpar