Li Tirkiyê şerê "pêwendiya Siyasî di navbera CHP û MHPê de geş dibe

Li Tirkiyê mijara "pêwendiya siyasî" ya derbarê rêxistina terorî ya Gulen de, ku van rojan wekî yek ji mijarên sereke di nava siyaset û raya giştî de tê axaftin, her ku diçe geştir dibe.

K24- Enqere

Li Tirkiyê mijara "pêwendiya siyasî" ya derbarê rêxistina terorî ya Gulen de, ku van rojan wekî yek ji mijarên sereke di nava siyaset û raya giştî de tê axaftin, her ku diçe geştir dibe. Niha jî,  di navbera MHP, ya ku ev mijar avêt meydanê û partiya opozîsyonê CHPê de, şerê "Encûmena Aştiya Welêt" destpêkir, ku ev encûmen wekî organîzatorên kudateyê tên destnîşankirin. Her du partiyan jî, bi îhtîmala serketina kudateyê derbarê kadroyên, ku xwe bo rêveberiyê sor kirin de, pirs raberî hevûdû kirin û hevûdû sûcdar kirin. 

Li Tirkiyê rêkxistina Gûlenî anku bi navê xwe yê fermî "Rekxistina terorî ya Fettulahî" ku wekî berpirsyarê kudateya 15ê Tîrmeha 2016an tê destnîşankirin ji rojeva Tirkiyê kêm nabe. Niha jî di navbera MHPê û CHPê de şerê "Encûmena Aştiya Welêt" destpêkir ku ev encûmen wekî organîzatorên kudateyê tên destnîşankirin. Şirîkê desthilatê MHP, CHPê sûcdar dike û dibêje "divê li ser vê encûmenê lêkolîn bên kirin". Alîkarê Serokatiya MHPê û Parlamenterê Enqerê Yaşar Yildirim bo Kurdistan24ê axaft û got; heger endamên sivîl yên encûmenê bên e tespîtkirin wê demê dê pêwendiya siyasî jî derbikeve holê. Yildirim da zanîn; ligel ku aliyê leşkeri yê encûmenê xuyaye jî lê aliyê siyasî ne xuyaye. Herwiha di berdewam a axaftina xwe de balkişand ser şeva kudateyê û amaje kir ew wekî MHP baş dizanin ku pêwendiya siyasî kî ye û divê bûyerên şeva kudateyê jî di zûtirîn demê de bên e aşkere kirin.

Alîkarê Serokê Giştî Yê MHPê-Yaşar Yildirim:"Li gorî me heger kudateya 15ê Tîrmehê serbiketiba serokomar jî serok wezîr jî hatibû diyar kirin lê belê roja 15ê Tîrmehê sekneke diyar ya birêz Kemal Kiliçdaroglu nebû. Saet 03:00ê şevê daxuyaniyek da; ew jî wexta rewş diyar bû… Di wê daxuyaniyê de jî 15ê Tîrmehê wek şanoyek û kudateyeke bi kontrol dinirxîne. Îro jî wexta em van parçeyan bihev ve dikin pêwendiyeke siyasî derdikeve holê. Ew jî li gorî me Kemal Kiliçdaroglu ye. Heger kudate bi serkeftî encam bidaya birêz Kemal Kiliçdaroglu yan dê bibûya Serokomar yan jî serokwezîr. Ji ber çi? Ji ber ku şeva 15ê Tîrmehê li hember kudateyê seknek nîşan nedaye."

Partiya Opozîsyonê CHP jî bo ku pêwendiya siyasî ya girêdayî Rêkxistina Terorî ya Fettulahî derbikeve holê bersiv da îddîayên MHPê. Cîgirê Serokatiya Gruba CHPê Ozgur Ozel derbarê tawanên MHPê de bersiv da û got; li aliyê MHPê li ser Encûmena Aştiya Welêt pêwendiyeke hizr û ramanî bo mereq û bê bersivhiştina vê mereqê de xwe dide der. Herwiha Ozel rexne li MHPê girt û amaje kir di vî warî de ew wan ji dil nabînin ji ber ku li parlamentoyê derbarê lêkolana van mijaran de MHPê dengên nerênî bikaranî ye. Ozel di berdewama axaftina xwe de got; serokomar Recep Tayîp Erdogan bihayê doza ku serokê partiya wan Kemal Kilidaroglu derbarê Erdoganî de vekiriye ne ecibandiye.

Cîgirê Serokatiya Gruba CHPê-Ozgur Ozel: "Vê carê nekariye rekora xwe derbas bike, cara din bi bihayê 1 milyon lîreyî doz vekiribû. Wa diyar e me hê jî têra xwe aciz nekiriye ji ber ku vê carê kêmtir pare dixwaze. Em ê vê yekê di nava xwe de binirxînin. Herwiha bila herkes bizanibe ku heger kudateya FETOyî ser biketiba Kiliçdaroglu yan dê bihatiba bi darvekirin yan jî niha di zindanê de bû. Herî zêde me dê ji vê yeke ziyan bidîta û berdêla herî mezin jî me dê li wir bidaya. Yê ku nehatiba bi darvekirin jî dê bihata zindanî kirin. Şîrê dayîka me dê di difina me de bihata xwarê."

Herwiha piştî ku serokomar Erdogan ji ber van axaftinên dawî derbarê Kiliçdaroglu da bi bihayê 500 hezar lîreyan doza tezmînatê vekir, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li beramberî vê derbarê serokomar Erdogan de bi bihayê 5 qirûşan dozek vekir.