Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir dişîne Îdlibê
Artêşa Tirkiyê zêdetir hêz dişîne Îdlibê. Wezîrê Bergirî yê Tirkiye jî dibêje, ew digel Rûsyayê danustandinan dikin, da ku bikaribin li Îdlibê hêzên asîmanî bikar bîn in.
K24- Hewlêr
Artêşa Tirkiyê zêdetir hêz dişîne Îdlibê. Wezîrê Bergirî yê Tirkiye jî dibêje, ew digel Rûsyayê danustandinan dikin, da ku bikaribin li Îdlibê hêzên asîmanî bikar bîn in.
Artêşa Tirkiyê, gelek alavên serbazî, tank û zirîpoş ji devera Girêspî û Serêkaniyê ber bi Hatayê dişîne. Li gor agahiyan, hêzên gihîştin e Hatayê, bo Îdlibê tên şandin.
Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin, bi şanda Rûsyayê re li Enqereyê hevdîtin berdewam dikin û di rojeva wan de, bikaranîna hêzên asîmanî li Îdlibê heye. Akar got, ji şer zêdetir, dixwazin bo parastina agirbestê hêzên asîmanî bikar bîn in. Herweha da zanîn, îro bi Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Mike Esper re jî, liser mijara Îdlibê, dê pêwendiyek telefonî encam bidin.