Erdogan: Min ji Putîn re got, me bi rejîmê re rûbirû bihêle

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, wî bi Serokê Rûsyayê re gotiye, li binkeyên xwe yên serbazî bimîne û wan bi rejîmê re rû bi rû bihêle.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, wî bi Serokê Rûsyayê re gotiye, li binkeyên xwe yên serbazî bimîne û wan bi rejîmê re rû bi rû bihêle.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li pêş endamên partiya xwe ragihand, Mijara îdlibê, ji bo astengkirin û mijûlkirina Tirkiyê ye. Niha nêzîkî 4 milyon kes ji ber êrişên rejîmê ve berê xwe dane sînorê Tirkiyê.

Erdogan aşkere kir: “ Min duhî ji Putin re got, çi karê we li wê derê heye. Got Sûriyê dixwaze axa xwe ya dagirkirî rizgar bike. Min got em bi daxwaza Esed neçûn, bi daxwaza gelê Sûriyê çûn wê derê. Xelk heta nebêje temam, em ji wê derê dernakevin. Min got heger armanca we avakirina çend binkeyan be, fermo ava bikin, lê me bi rejîmê re rûbirû bihêlin çi pêwîst be emê bikin”.

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê piştî wê yekê tê, pêr 34 serbazên Tirkiyê di êrîşên esmanî yên artêşa Sûriyê de li Idlibê hatibûn kuştin. li hember de zêdetirî 2 hezar” serbazên Sûriyê hatine kuştine û gelek tank û zirîpoşên wan hatine şikandin.

Serokomarê Tirkiyê dibêje: “Heger îro em sînorên Sûriyê paqij nekin. li Qamişlo, Kobanê, Cerablusê û Îdlibê şer nekin, sibe emê li Şirnex, Mêrdîn, Riha û Hatayê şer bikin.”

Erdogan da zanîn, ji duhî de derdora 18 hezar penaberên Sûrî berê xwe dane sînorên Ewropayê û got, dê îro ew amar bigihê derdora 30 hezar kesan.

 

  

S. B