Erdogan û Trump danîna sîstema “Patriot” li Tirkiyê gotûbêj dikin
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep teyip Erdogan pirsa şandina sîstema berevaniya esmanî Patriot bo Tirkiyê gotûbêj dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep teyip Erdogan pirsa şandina sîstema berevaniya esmanî Patriot bo Tirkiyê gotûbêj dikin.
Serokê Amerîka Donald Trump duhî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, wî çendîn pêwendiyên telefonî bi Erdogan re kirine û li ser pirsa Sûriyê û mûşekên Patroit axivîne.
Ajansa “Reuters” jî ji ser zimanê berpirsekî bilind ê Wezareta Derve yê Amerîka veguhastibû, Washington bijardeyên alîkariya hêzên Tirkiyê li Idlibê vedikolîne.
Wî berpirsê Amerîkî got jî, piştevaniya wan ji Tirkiyê re tenê dê bi riya şandina kelûpelên serbazî û pevguhartina zanyariyan be, bê şandina serbazên Amerîkî bow ê navçeyê.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar pêştir tekez kiribû, Enqerê ji Washingtonê sîstema berevaniya esmanî Patriot PAC-3 xwastibû. Ev jî piştî kuştina serbazên Tirkiyê li Idlibê tê.
S. B