Tirkiye navê “Mertala Buharê” li operasyonên xwe li Idlibê dike
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê navê “Mertala Buharê” li operasyona welatê xwe li Idlibê dike û radigihîne, ew operas bi serkeftî berdewam dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê navê “Mertala Buharê” li operasyona welatê xwe li Idlibê dike û radigihîne, ew operas bi serkeftî berdewam dike.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragehand, ‘’Piştî êrîşa li Idlibê roja 27.02.2020ê operasyona bi navê ‘’Mertala Biharê’’ destpê kir û heta niha, 2 hezar 212 serbazên Sûriyê, firokeyeke bêfirokvan, 8 helîkopter, 103 tank, 72 topavêj, 3 sîstemên berevaniya esmanî hatine jinavbirin.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragehand, piştî êrîşa roja 27ê Sibatê û kuştin 34 serbazên Tirkiyê, operasyona Mertala Buharê li Idlibê destpê kir û bi awayek serkeftî birêve diçe.
Akar got, em naxwazin li gel Rûsyayê bên hember hev û ti niyazeke me ya wisa tune ye. Niyeza me bidawîanîna komkujiyên rejîma Sûriyê û vegerandina wê piştî sînorê rêkeftina Sûçî ye.
Got jî, ji Rûsyayê jî hêviya me ew e, êrîşên rejîmê bide rawestandin û rejîmê vekşîne sînorên rêkeftina Soçiyê.
Serokomarê Tirkiyê pêştir moleta hata 1ê Adarê dabû artêşa Sûriyê, ta vegere piştî sînorê rêkeftina Sûçiyê, heger na jî, ewê artêşa Sûriyê neçar bike ku vegere.
Roja 27ê vê mehê jî, 34 serbazên Tirkiyê di êrîşên esmanî yên artêşa Sûriyê de hatin kuştin, Tirkiyê jî ragihand, ew bêdeng namînin.
S. B