Tirkiye ji bo Idlibe dê çi bike?

Tirkiye, li Sûriyê li devera Idlibê aliyekê bi rejîma Sûriyê re şer dike aliyekê bi Rûsya re dixwaze çareseriyekê peyda bike, aliyekê jî ji Amerîka, Nato û welatên Ewropayê daxwaza piştgiriyê dike ku Rejîma Esad li Idlibê têk bibe. Li gorî hin piposrên Tirkiyê Niha ji ber çend sedeman NATO û Amerîka piştgiriya Tirkiyê nakin hewceye bi Rûsyayê re rêkeftinek nû bê avakirin. Hin pispor jî dibêjin Tirkiye li Idlibê tenê ye û bila xwe ji boqeyraneke mezin amade bike.

K24- Hewlêr

Tirkiye, li Sûriyê li devera Idlibê aliyekê bi rejîma Sûriyê re şer dike aliyekê bi Rûsya re dixwaze çareseriyekê peyda bike, aliyekê jî ji Amerîka, Nato û welatên Ewropayê daxwaza piştgiriyê dike ku Rejîma Esad li Idlibê têk bibe. Li gorî hin piposrên Tirkiyê Niha ji ber çend sedeman NATO û Amerîka piştgiriya Tirkiyê nakin hewceye bi Rûsyayê re rêkeftinek nû bê avakirin. Hin pispor jî dibêjin Tirkiye li Idlibê tenê ye û bila xwe ji boqeyraneke mezin amade bike.

Li idlibê pişti ku 36 leşkerên Tirkiyê ji aliyê rejîma Sûrıyê ve hatin Kuştin, di navbera walatan de hewlên dîplomatîk jî têne dayîn ku kêşeya Idlibê çareser bibe û şereke mezintir rû nede. Serokkomarê Tirkiyê Revep Tayîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Putîn di 5ê Adarê de li Moskowayê li hev dicivin. Lê belê beriya vê lûtkeyê Rûsya daxwaz ji Tirkiyê dike ku leşkerên xwe ji xalên çavdêriyê dernexe, rêkeftina Soçî karîger bike û dibêje heta hemû terorîst ji Idlibê têne derxistin dê operasyonên wan bi domin. Beramberî vê yekê Tirkiye jî aliyekê ji Amerîkayê mûşakên partoît dixwaze aliyekê bi NATO û welatên Ewropayê re daxwaza piştevanî û alîkarîya leşkerî dike. Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî dibêje ew ê her li Idlibê bimînin. Gelo di vê rewşa aloz de Tirkiye dê bikaribe ji NATO, Ewropa û Amerîkayê piştgirî bistîne?

Prof.Dr.Hûseyîn Bagci -Pisporê Pêwendiyên Navdewletî- got: Ji bo ku Tirkiye ji NATO û welatên Ewropayê alîkariyê verbigre pêwîste sînorên Tirkiyê rastî êrîşan bê. Ev yek jî niha naxûye. Ji ber ku leşkerên Tirkiyê li Sûriyê hatin armanckirin. Herwiha Amerîka jî dibêje dev ji mûşekên s 400 berde em bibin alîkar. Bi her awayî Rûsya dê piştevaniya xwe ya bo Beşar Esad bidomîne û paş ve gav navêje li Idlibê. Tirkiye niha navbera Esad û Rûsyayê de asê maye û pêwîste demildest bi Rûsyayê re rêkeftineke nû ava bike. Di 5ê Adarê de ev mijar dê zelal bibe.

Herwiha yek ji mijara din ku di nava pisporên Tirkiyê de tê nîqaşkirin ew e Tirkiye îro şûn de li Idlibê dê bi rewşeke çawa re rû bir û bimîne ye. Bi boçûna Prof. Dr. Bîlal Sambûr Tirkiyê bi destê xwe Amerîka ji Sûriyê derxist û niha jî muhtacê Amerîkayê ye û Tirkiye bila xwe ji bo rewşa herî xeter amade bike.

Prof.Dr.Bîlal Sambur -Pisporê Pêwendiyên Navdewletî- dibêje: Em tev jî zanin Rûsya û Îran piştgirî didin rejîma Sûriyê, Yanî Tirkiye li wê derê hem bi Rûsya hem jî bî Îranê re mücadele dike. Û di meseley Sûriyê de digot bila Amerîka li wê derê derkeve û li hemberî Amerîka bû û vê gav Amerîka li vir nemaye û Tirkiye bi serê xwe li widerê de maye.

Derketina Amerîka li Sûriyê pozisyona Tirkiyê zeîf kiriye. Ev tiştekî qethî ye rojên zehf giran û qeyranên zehf mezin li ber Tirkiyê disekine.

Roja 27ê vê mehê, serbazên Tirkiyê yên li herêma Idlibê ji aliyê firokeyên rejîma Sûriyê ve hatibûn bombebarankirin û di encamê de 36 leşkerên wî welatî canê xwe ji dest dabûn û hejmarek jî birîndar bûbûn. Herwiha Wezîrê Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku wen di şeva 27ê Sibatê li dijî artêşa Rejîma Sûriyê operasyona bi navê " Mertala Buharê daye destpêkirin û ev operasyon dê berdewam bike û Niha çavê hemû kesê li ser civîna 5ê Adarê ya navbera Erdogan û Putîn de ye.