Tirkiye: 2552 serbazên rejîma Sûriyê hatine kuştin

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser sînorê Îdlibê amarên dawî yên operasyonê ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser sînorê Îdlibê amarên dawî yên operasyona “Mertala Buharê” ragihandin.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, heta niha 2552 serbazên rejîma Sûriyê hatine kuştin, 2 firokeyên şer û 2 firokeyên bêfirokevan xistine xwarê û 135 tank jinav birine.

Akar dibêje: “Rejîm Agirbesta Îdlibê binpê kiriye û êrişî jin û zarokan kiriye ku sedhezaran kesan berê xwe dane sînorên me. Di çarçoveya rêkeftinên dualî û xala 51 ya Peymana Netewên Yekgirtî, ji bo parastina xwe ya rewa, cîbicîkirina agirbestê, astengkirina koçberî û pêşîgirtina karesatên mirovî, parastina gel û sînor û hêzên xwe û aştî û aramiya navçeyê me dest bi operasyonê kir.” 

Herwiha got: “Operasyon bi serkeftî berdewam dike. Raya giştî ya cîhanê her çend alîkarî nedaye jî, êrişên rejîm û Rûsyayê şermezar dikin. Em naxwazin bi Rûsyayê re rûbirû bibin.  Em dixwazin rejîm komkujiya xwe rawestîne.”

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên bêfirokvanê yên Tirkiyê pêgehên hêzên rêjîma Sûriyê li çiyayê Zawiye û serbazgeha Hamidiyê li gundewarê Idlibê armanc kirin û di encamê de 19 kes ji hêzên rêjîmê hatin kuştin.

 

S. B